Lîstikvana sûrî Heba Nûr di van çar salên dawî de ji lîstikvaniyê dûr ket, û ji ber nebûna wê ya ji nişka ve ji raya giştî re gotegot li ser zewaca wê û mijûlbûna wê bi jiyana xwe ya nû belav bûn, lê wê vê dawiyê ev nûçe red kir û biryar da ku vegere lîstikvaniyê.
Heba Nûr bi rêya tora xwe ya Instagramê wêneyek li gel hevalên xwe ku di nav wan de hunermenda bi navê “Nisrîn Tefeş” heye, bo pîrozkirina vegera xwe belav kir. Wê herwiha beşdarbûna xwe di rêzefîlma Sûrî ya dîrokî "El Haramlek" de piştrast kir, ku biryar e di Remezana 2019an de bi çend stêrkan wek Bassem Yaxour, Karis Beşar û Sulafa Mimar were nîşandan.