Jennifer Lopez li Filistînê serdana Orşelîmê kir
Îro Înê Jennifer Lopez û hevjînê xwe Alex Rodriguez gihîştin Qudsê û li wir serdana Dîwarê El-Buraq, Dêra Tirbespiyê kirin û qubeya Mescida Eqsayê di gelek wêneyên wê serdanê de xuya bû.
Beriya wê, ew li Tel Avîvê bû ku li Tel Avîvê, bi amadebûna zêdetirî 57 hezar kesî, konsertê bike.
Medyaya Îsraîlî serdana Jennifer pîroz kir û ew wek hunermenda herî wêrek a ku serdana Îsraîlê kiriye bi nav kir.
Lopez jî bi rêya torên xwe yên civakî kêfxweşiya xwe ji wê serdanê û deve siwarbûna xwe nîşan da.