Erdhejek bihêz li Hirvatîstan û paytexta wê Zagreb pêk hat û di nav gel de zerareke mezin çêbû û bû sedema panîkê.
Ajansa Erdhejê ya Ewropayê (EMSC) diyar kir ku erdheja bi hêza 5.3 bû û li herêmeke berfireh li bakurê paytext Zagrebê qewimî û navenda erdhejê 7 kîlometre bakurê Zagrebê ye û 10 kîlometre di bin erdê de ye.
Şahidan diyar kirin ku gelek avahî di dîwarên wan de şkestin û banê wan zerar dîtine, cadeyên navenda bajêr bi xirbeyan tijî bûne û blokên betonê li otomobîlan ketine.
Katedrala navdar a Zagrebê jî ji ber ku yek ji bircên wê hilweşiya, zirar dît.
Katedral piştî ku di sala 1880-an de ji hêla erdhejek ve hatî hilweşandin, ji nû ve hate çêkirin, û rûyên hin avahiyan li taxên navendî yên kevn ên Zagreb hilweşiyan.
Rayedarên herêmê heta niha der barê kuştî û birîndaran de agahî nedane.
Hêjayî gotinê ye ku li herêma Balkanê liv û tevgera erdhejê ya aktîf tê dîtin, ku erdhej lê zêde dibin.