Li Seulê di pîrozbahiya Halloweenê de zêdetirî sed û pêncî kes hatin kuştin
Serokê Koreya Başûr Yoon Sok-yul roja Yekşemê şîna neteweyî ragihand piştî qelebalixiya ku di pîrozbahiyên Halloween de qewimî û got ku pir mixabin e ku karesatek wiha li dilê Seulê diqewime.
Bi kêmî ve 149 kes hatin kuştin di qelebalixekê de piştî ku hejmareke mezin ji xelkê di şahiyekê de şeva Şemiyê li Seulê ketibûn kuçeyek teng, karbidestên hawarçûnê got.
Serokê Îstasyona Agirkujiyê ya Yongsanê Choi Sung-beom ji cihê bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku di qezaya li navçeya Itaewon a Seulê da 150 kesên din jî birîndar bûn.
Rayedaran diyar kirin ku gelek ji birîndaran rewşa wan giran e û tên dermankirin.
Ev yekem pîrozbahiya Halloween-ê di sê salan de ye û piştî ku welat qedexeyên dijî-coronavirus û qaîdeyên dûrbûna civakî rakirin tê. Gelek ji beşdarên şahiyê maske li xwe kirin û cil û bergên Halloween li xwe kirin.